Dengên li derveyî welêt anîn Tirkiyeyê

Dengên 1 milyon û 691 û 531 hilbijêrên li derveyî welêt, anîn Tirkiyeyê.

Hemû dengên ku ji bo hilbijartinên serokkomarî û parlementeriyê yên serdema 28’an li derveyî welêt hatin dayîn, anîn Tirkiyeyê.

Dengên ku hatine dayîn, bi belgeyên hilbijartinê û zerfên ku hatine parastin, bi kuryeyên dîplomatîk re ji Stenbolê re şandin. Dengên ku li nûnertiyên derve hatine dayîn, wê bi rêya rêbejahiyê ji Enqereyê re bên şandin.

Ji bo 3 mîlyon û 416 hezar û 98 hilbijêrên li derveyî welêt, li 73 welatan û 156 nûnertiyên li derveyî welêt lijneyên sindoqan hatin avakirin. Dengdayîna li derveyî welêt di 27’ê Nîsanê de destpêkiribû. Li gorî daneyên fermî yên YSK’ê 1 milyon û 691 hezar û 531 hilbijêr çûn ser sindoqan û dengên xwe dan.

Hilbijêrên li derveyî welêt, heta 14’ê Gulanê saet 17:00’an dikarin li deriyên gumrikê dengê xwe bidin.